• Sunday, 05 May 2024
logo

Fîlma "1 mûmik 2 mûmik" tê kişandina.

Gulan Media November 5, 2010 Hunerî
Fîlma
Li bajarê Akrê li Başûrê Kurdistanê, wênekêşana Filmê “1 mûmik 2 mûmik” yê derhênerê kurd Cano Rojbeyanî destpêkir.

Li gor nûçeyeke AKnewsê, Cano Rojbeyanî ji wan re ragehandiye ku li roja çarşema borî, wan dest bi xebatên wênegirtina filma “1 mûmik 2 mûmik” kiriye

“1 mûmik 2 mûmik”filmeke civakî ye û pirsgirêkên civakî û tundiya li hember jinan bi awayekî komîdî nîşan dide û lîstikvanên ji her çar parçên Kurdistanê, kurdên Rûsyayê û çend lîstikvanên biyanî di filmê de beşdar in.

Wênegirtina filmê dê mehekê bikşîne û ji hêla Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve budceya wê hatiye peydakirin”.
Top