• Sunday, 05 May 2024
logo

Hewlêr berî cejnê bi konsêrtan geş dibe

Gulan Media November 4, 2010 Hunerî
Hewlêr berî cejnê bi konsêrtan geş dibe
Birêveberê Muzîkê di Wezareta Rewşenbîrî û Lawan de ragihand ku ew berî Cejna Qurbanê 5 konsêrtan ji bo 10 stranbêjan saz dikin û ji bo her yekî ji wan klîpeke li ser bûdceya wezaretê dikişînin.

Li gor nûçeyeke Ajansa Kurdistan ya Nûçeyan, Şêrzad Serspî Birêveberê Muzîkê di Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ji wan re daye xuyakirin û gotiye: “Di demeke nêzîk de em 5 konsêrtan ji bo 10 stranbêjan li bajarê Hewlêrê li dar dixin.”

Şêrzad Serspî derbarê konsêrtê de pirtir ron kir ku hemû konsêrt di bin pêşengiya grûpa muzîkê de tên rêkxistin û li dawiyê, ji bo her stranbêjekî klîpek li ser bûdceya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan tê kişandin.”
Top