• Sunday, 05 May 2024
logo

konsera Bilind Ibrahîm hat qedexe kirin

Gulan Media October 29, 2010 Hunerî
konsera Bilind Ibrahîm hat qedexe kirin
Konsera dihate çaverêkirin ku hunermend Bilind Îbrahîm li 22’ê vê mehê li bajarê Helebê saz kiriba, ji aliyê dezgehên ewlekariya Sûriyayê ve hat qedexekirin.

Piştî qedexekirinê hunermend Bilind Îbrahîm xuyakir ku pêştir parêzgeha Helebê û saziya hunermendên vî bajarî bo vê konserê razîbûn nîşandabûn û ji ber wê jî reklam dihat kirin da ku xelkê Helebê ji vê ahengê agahdar be.

Hunermend Îbrahîm texmîn kir ku sedema qedexekirina konsera wî ji aliyê dezgehên ewlekariyê ve ew be ku ji lihevkombûna gelê kurd tirsiyabin.
Top