• Saturday, 04 May 2024
logo

Tatlises strana xwe ya ‘Aştî’yê da nasîn

Gulan Media October 23, 2010 Hunerî
Tatlises strana xwe ya ‘Aştî’yê da nasîn
Hunermend Îbarhîm Tatlises, behsa strana xwe ya bi navê “Aştî” kir ku ji bo piştgirî li çareseriya pirsgirêka kurd gotiye. Tatlises, wêneya xwe ya ku digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kişandiye jî nîşan da.

Tatlises şeva borî beşdarî bernameya NTVê ya zindî bû û behsa albûma xwe ya nû kir. Tatlises strana xwe ya bi navê “Aştî” jî xwend.

Tatlises diyar kir, ew di civîna Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan digel hunermendan de ya derbarê “Pêşîvebûna Demokratîk”, ji nêzîkaktiyê Erdogan gelekî tesîr bûye û strana Aştî jî li ser wê ruhî nivîsandiye.

Her wiha Tatlises behsa hevdîtina xwe digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê kir û wêneya ku bi Barzanî re kişandibû, nîşan da.

Tatlises got, divê her kes ji bo aştiyê kar bike û xwîn bê sekinandin.

AKnews
Top