• Sunday, 05 May 2024
logo

Li Koreya Başûr şeva Kurdan çêbû

Gulan Media October 18, 2010 Hunerî
Li Koreya Başûr şeva Kurdan çêbû
Her sal li Koreya Başûr festivala fîlman tê li darxistina îsal jî di navbera 7-14.10.2010 de çêbû, û di vê bernamê de 28 kurd ji bo şeva Kurda beşdarî vê bernamê bûn.
Di bernameyê de hunermend Yekbûn û Bextiyar, Tîpî Ribad û Ekîba Govendê cîh girtin, û bername li du cihên ji hev cuda hat li darxistin û çand û hunera kurdî têde hat nîşandan.
Her wiha di nêzikî 100 derhêner, lîstikvan û amadekar beşdar bû, derhênerên Kurd yên weke Mano Xelîl, Miraz Bêzar û Hesen Elî bi fîlmên xwe beşdarî festîvalê bûn.
Di dawiya bernameyê de hunermend Yekbûn temaşevan rakirin govendê û Koreyiyan jî slogana „bijî Kurdistan!“ gotin. avestakurd
Top