• Saturday, 04 May 2024
logo

Ednan Kerîm û Kamkaran li Silêmaniyê konserek germ dan

Gulan Media October 9, 2010 Hunerî
Ednan Kerîm û Kamkaran li Silêmaniyê konserek germ dan
Hunermendê navdar Ednan Kerîm di gel gropa Kamkaran ya mûzîkê şeva pêncşemê li bajarê Silêmaniyê konserek pêşkêş kir. Konser li salona “Telarî Huner” bi beşdariya zêdetirî hezar û şessed kesî çêbû.

Li gor Aknewsê berpirsê ragihandinê yê rêkxênerên konserê Acia Cellê got: ‘Me hunermend Edanan Kerîm û grupa mûzîkê Kamkaran bo vê konserê vexwendin û herwiha dahata vê konserê dê ji bo nexweşên nexweşxaneya Hîwa ya taybet bi nexweşiya şêrpenceyê bêt pêşkêş kirin’.

Ednan Kerîm sala 1962ê hatiye dinyayê, û di salên heftêyî de dest bi hunerê kiriye. Ji bilî mûzîkê ew şêwekar e û wî gelek pêşangehên şêwekarîyê amade kirine.

Ednan Kerîm sala 1992ê Kurdistan bi cî hişt û li welatê Swêdê niştecî bû, wî bi dehan stran tomar kirine û albûma wî ya dawîyê bi navê “Wefayî” di sala 2010-ê de belav bû.
Top