Adil Îmam lîstikvanê Misrî yê navdar ji bo Kurdistanê hat vexwendin
Ebas Abdulrezaq birêvebirê rewşenbîrî û hunerî li Silêmaniyê ragihand ku wan bi şêweyekê fermî Adil Îmam dawetî Kurdistanê kirî ye û gelek hunermendên din yên navdewletî bo vestîvalê hatine daxwazkirin.
Adil Îmam lîstikvanekê komedî li seranserî cîhanê navdare û di hejmareka zora fîlm û şanoyan de weko ekterê serekî ekterî kirîye, ji wan fîlman jî, Alze’îm (serok), Teror û Kebab, Terorîst.