• Monday, 06 May 2024
logo

Hikûmeta Îranê 16 sal zîndankirin bi ser hunermendekî kurd de sepand

Gulan Media September 23, 2010 Hunerî
Hikûmeta Îranê 16 sal zîndankirin  bi ser hunermendekî kurd de sepand
Hunermendê Kurd Muxtar Huşmend ji hêla Dadgeha Şoreşê ya bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê bi sûçê propaganda li dijî hikûmetê bi 16 sal zîndanê hate mehkûm kirin.

Li gorî ajansa nûçegîhaniya “Hrana”, roja çarşema derbasbûyî Dadgeha Merîwanê Muxtar Hûşmend bi 16 sal zîndan mehkûm kiriye. Huşemend meha sibata derbasbûyî ji hêla hêzên ewlehiyê yên vî bajarî ve hatibû destbiser kirin.

Muxtar Huşmend şêwekar, çalakê warê çandî, berpirsê civata hunerên şêwekarî yên Merîwarê û rêveberê festêvala salane ya nîgarên rojavayê welat e ku sala derbasbûyî hejmarek pêşangeh di vî warî de li bajarên din yên Kurdistana Îranê meşand.

Jêder: Avestakurd
Top