• Monday, 06 May 2024
logo

Li Tirkiyeyê Fîlmê Feqîyê Teyran tê kişandin

Gulan Media September 21, 2010 Hunerî
Li Tirkiyeyê Fîlmê Feqîyê Teyran tê kişandin
Li Tirkiyeyê, nivîskar-şanoger Şirîn Harhar, dest bi kişandina fîlma Feqîyê Teyran kir.

Nivîskar-şanoger Şirîn Harhar, ku li bajarê Wanê dijî, li ser xebatên xwe agahî dane AKnewsê, û got ku, ev demeke li ser fîlma Feqîyê Teyran kar dike.

Harhar, diyarkir ku heta niha teksta filmê nivîsandiye û gelek materyalên fîlmê jî berhevkirine.

Harhar derbarê pirsgirêkên xwe yên di kişandina fîlmê de got:

“Wek tê zanîn gora Feqîyê Teyran niha li navçeya Miksê ye. Li wir jidayîk bûye. Em jî dixwazin fîlma Feqîyê nemir li Miksê û Wanê bikişînin. Feqîyê Teyran jibo me Kurdan naveke dîrokî ye. Min xwest ku bi fîlmeke taybet vî navî nemir bikim. Min got ku, bi saya vê fîlmê, alimê mezin ê Kurd Feqîyê Teyran, bila her dem bijî. Bes pirsgîrêka min di vî warî de pirsgirêka aborî ye. Ger sponsorek peyda bibe, ez dikarim navbera mehekî de xebata xwe dawî bînim.”

Harhar beriya niha jibo rexne kirina qedexetiya li ser tîpên alfabeya Kurdî Q, W, Ê, şanoyek bi navê “Tîpên Qedexe” nîvîsandibû û li Tîyatroya Dewletê ya Wanê hatibû lîstin.

Feqîyê Teyran kiye?

Sala 1590-1660an li navçeya Miksê ya ku girêdayî bajarê Colemêrgê (Hakkari) ye, ji dayîk bûye. Lê navçeya Miksê (Bahçesaray), niha girêdayî Wanê ye. Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotîye "Mihemed" (Mîr Mihemed) e. Feqî di helbesteke xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" danîye. Ew bi xwe ji malbateke eşîrî ye. Bav û kalê wî ji dewleta Osmaniyan fermana mîrîtiyê girtine.

Jêder: AKnews
Top