• Monday, 06 May 2024
logo

Tatlısesê li ser ‘pêşvekirinê’ stranek amade kirîye

Gulan Media September 14, 2010 Hunerî
Tatlısesê li ser ‘pêşvekirinê’ stranek amade kirîye
İbrahim Tatlıses stranbêjê navdar ê Tirkiyê, bi mebesta palpiştikirina ‘Pêşvekirina kurd” stranek nivîsand û beste kir.

Li gorî nûçeya ku di rojnameya Vatanê de cih girtiye, Tatlıses, çîroka strana “Barış Türküsü (strana aştiyê)” ku di nava albuma ku piştî 15 rojan wê derkeve de cih bigre wiha got:

“Di telefonê de me bi Yavuz Bingöl re civîna pêşvekirinê dinirxand. Hema çibû, di wê demê de bû. Min ji Yavuz re got, ‘Tu telefonê bigre, best bimin hatin’. Min telefon girt û bi melodiyê re gotinên stranê xwendin. Bo ku ji bîr jî nekim, min qeydê telefonê kir.”

Gotinên strana Tatlıses a mijara gotinê wiha ne:

Em tirk in, em kurdin, ferqê me nîn e
Em elewî û sunî ne, cihêtiya me nîn e
Em laz in, çerkez in, ferqê me nîn e
Bi salane em dibêjin, ev e strana me

Bila zarok nemirin, bistêrin
Dayik û xwişk cejnê bikin
Dengên bangê û stranên aştiyê
Hemû dinya me wiha guhdar bike
Top