• Monday, 06 May 2024
logo

Googooş dê li Hewlêrê cejna remezanê pîroz bike

Gulan Media August 29, 2010 Hunerî
Googooş dê li Hewlêrê cejna remezanê pîroz bike
Tê çaverêkirin ku hunermenda Îranî ya navdar Googoosh
li gel çend hunermendên din yên Îranê çend konsertan li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê sazbike.
Selwan Senatî berpirsê kompaniya hunerî Babîlon di daxuyanîyekê de ji bo Warvîn diyar kir ku hunermendên weke Googoosh, Afşîn, Şadmîr, Sipêrde, Andî û Cemşîd dê di cejna Remazanê de li navçeya Enkawayê ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê de konseran bidin.
Cihê gotinê ye ku Kompaniya navhatî heta niha gelek hunermendên Ereb yên weke Elîsa, Necwa Kerem jî anîne Kurdistanê û konsert ji wan re amade kirine.
Googoosh niha li Emrîka Californîya dijî.
Top