"Ji ber ku em cilên Kurdî li xwe dikin, berhemên me belav nakin"
Herwiha eşkere kir ku di navbera grûpa wan û yên Hewlêr û Silêmaniyê de cudayî tê kirin.
Cemal Mihemed digel damezrandina Tîpa Dihokê ya Kuralê li sala 1979’an, pê re kar kiriye, herwiha piştî ku di sala 1981’an de grûpa wan bi awayekî din hat çêkirin û navê wê kirin Tîpa Muzîka Dihokê, li ser daxwaza serokê wê demê yê grûpê, Dilşad Mihemed Seîd, Cemal Mihemed dest bi lêxistina amûrê Kemanê kir. Serokê niha yê Tîpa Muzîka Dihokê, Cemal Mihemed, dibêje piştî Dilşad Mihemed Seîd, li sala 1984’an çû Ewrûpa, navborî bû serperiştyarê Tîpa Dihokê: “Li sala 1985’an piştî çûna Mamoste Dilşad min di konsera Bexda de grûp birêve bir û konser gelekî serkeftî bidawî bû.”
30 keçan bi me re kar kirin, lê piştre dest ji xebata hunerî berdan
Ji sala 1979 heta 1991’an Tîpa Dihokê wek hemû saziyên din ên Kurdî di bin guşara Hikûmeta Baas de bû. Cemal Mihemed dibêje: “Ew kesê/a di nav wan pirsgirêk û nexweşiyan de derbas nekiribe, nizane ku Baasiyan çi pirsgirêk ji me re çêdikirin, wan bi awayekî ne rasterast dijberî ligel cilûberg û peyvên Kurdî dikirin û ji ber guşarên wan li 1985’an hinek hevalên me gihiştin nav rêzên şoreşê û bûn Pêşmerge.”
Di sala 2004’an de bi piştgiriya Nêçîrvan Barzanî Tîpa Muzîka Dihokê dest bi kar kir û Cemal Mihemed wekî Serokê wê hat diyarkirin. Ji destpêka avabûna Tîpa Muzîka Dihokê heta niha zêdeyî 30 keçan ligel komê kar kirine û ji komê derketine. Cemal Mihemed pirs wiha rave kir: “Di salên heştiyan de keç zêdetir dihatin ligel me kar bikin. Piştî sala 2004’an heta niha bi dehan keçan bi me re kar kirine û ji grûpê deketine.” Bi baweriya Serokê Koma Muzîka Dihokê, zewicîn û rewşa civakê wek sedemên vê pirsê ne: “Zêdeyî wan keçên bi me re kar kirine, dema zewicîne dest ji tîpê berdane, hinek ji wan jî pirsgirêkên civakî hebûne.”
Derbarê berhemên tîpa xwe, hunermend Cemal dibêje: “Min bawerî bi vê yekê tune ku biçin Tirkiyê stranekê tomar bikin. Studio û teknîka Kurdistanê jî pêşde çûye, hemû berhemên ku me belav kirine li studioya me hatine çêkirin û kesî gazinc jî li me nekirine.”
Metirsiya wê yekê heye endamên komên muzîkê kêm bibin
Grûpa Dihokê çendîn festîval li Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê lidar xistine û ji bo çend televizyonên Kurdî jî bernamên zindî çêkirine, lê heta niha neçûne derveyî welat, Cemal dibêje: “Aliyên peywendîdar cudahiyê dixin navbera grûp û hunermendên Duhok û bajarên din ên Kurdistanê de, pirsa me ew e çima hunermendên Hewlêr û Silêmaniyê dikarin herin derve, lê yên me nikarin?”
Di heman demê de Serokê Tîpa Muzîk a Dihokê, Cemal Mihemed, spasiya Nêçîrvan Barzanî, Parêzgarê Duhok û Rêvebiriya Giştî ya Wezareta Rewşenbîrî dike ku berdewam destek dane wan, lê eşkere kir ku butçeya wan pir kêm e, ji be k alîkariya mehane ya endamên grûpa wan 100 heta 150 Dolar e: “Kes nikare bi vî perê kêm kar bike, gelek hevalên me ji ber kêmbûna pere ji komê derketin û metirsî heye ku endamên grûpê gelek kêm bibin.”
Tîpa Muzîkê a Dihokê heta niha 9 berhem ji stran û kilîp ji bo hunermendên Kurdistanê çêkirine. Cemal kanalên Kurdî rexne dike û dibêje: “Dibe ji ber em cilên Kurdî li xwe dikin, loma hin kanalên Kurdî berhemên me belav nekin. Kanal zêde giringiyê didin wan stran û kilîban ku tê de keç direqisin, vêna jî şaşiyek e, ji ber ne tenê kualîte û reqisîn giring in, lê peyv, awaz, muzîk, deng û wênegirtin jî pir giring in.”
Ebdilah Nehêlî – Rûdaw