• Tuesday, 07 May 2024
logo

Hevdîtinek bi Birader re:

Gulan Media August 11, 2010 Hunerî
Hevdîtinek bi Birader re:
Hunermend Birader li sala 1958 ê li devera mêrdînê ji malbateka huner dost hatîye dinê, li sala 1976 ê li bajarê Wanê bi tawana gotina sitranên kurdî hatîye zîndan kirin, piştî 12 e salan neçar bû kurdistanê bihêle û berê xwe bide welatê Holenda, ji bilî gotina sitranan, helbestan jî dinivsîne û wek ekter li Holenda di çendîn fîliman de beşdarî kirîye û nuha jî her li wî welatî jiyandike, lewa me wek Kovara Gulan bi fer dî ku em vê hevdîtinê tev wî saz bikin.
*berî demekê tu li bajarê Duhokê bûyî, sedema wê seredanê çi bû?
-hatina min bu Duhokê ji bo geşt û seredanê bû herweha beşeka vê hatinê ji bu karê hunerî bû, û me sitraneka folklorî bi navê (Lê Mîro) tev tîpa Duhok û mamosta Cemal tumar kir û bi anehya xwedê di demeke nêzî de em ê kilîpkin.
*tu astê hunerî li başûrê Kurdistanê çawa dibînî?
- mixabin hemû tişt bûne rîklam û pera, huner jî tenê bi pera û rîklaman pêşnakeve, ev hunere demkîye û piştî maweyekê ê were ji bîr kirin.
*ji dengê xortan, kîjan bala te dikşîne?
-pirin, bitaybet Bilind Îbrahîm, Kovan, Nazdar, Çopî Fetah.
*bi nêrîna we cudahî di navbera hunerê Kurdî û Erebî, Farisî, Turkî de çîye?
-niha cîhan pir biçûk bûye û miletên derdûr bi gelek rengan tevlihev bûne, belê dîsa hunerê her miletekî tam û resenatîya xwe heye û divê ew tame were parastin, cudahîya navbera huneran mîna cudahîya di navbera zimanan de ye, wate çawa zimanê Kurdî ji zimanên Erebî û Turkî û Farisî cuda ye weha hunerê Kurdî jî ji hunerê wan cuda ye.
*bi boçûna te ew dem nehatîye ku kar were kirin ji bo derxistina hunerê Kurdî ji asteng û tengavîyên nuha henî.
-li Kurdistanê derfet û biyavên baş hene, divê em xebatê bikin û ewê di destê me de bêxin kar.
* tu hunerê Kurdî bi giştî (sînema, sitran, mûzîk, şêwekarî, şano) çawa dibînî?
-ez bi xwe ji bilî mûzîkê karê şano û sînemayê jî dikim, di gelek filman de min tev holendî û elmanîyan rol birîye, lê ta niha min di çi pirojên sînemayî yên kurdî de beşdarî nekirye, mixabin ta niha em di biyavê hunerê sînema û diramayê de lawaz û kêm helwêstin.
*ew sitranên kurdî ewên Ereb û Turk û Farisan gotine û bi sitranên xwe hejmartine em ê çawa vegerînin?
- xwedê rehma xwe lê ke, Tehsîn Taha ji min re got: dema Îbrahîm Tetîlsis sitrana (ayagînda kondura) gotî bavê min ji min re got ev sitran a kurda ye, lewa divê em tumar kin û belav kin, min jî bi hevkariya bavê xwe ew sitran got û dubare da nûkirin û nasîn, hev erke li ser milê me hemoya ye ku e mew sitranên hatine birin dubare bi zimanê kurdî nû bikin, belê bi mercekê nabe em çavlêkirina dizan bikin û mîna wan em sitrana xwe bêjin, divê em ruheke kurdî û tam û resenatiya kurdî bidinê.
*erê amîrên mûzîkî yên me û netewên hevsî çi cudahîyeka berçav heye?
-ji amîrên kurdî bilûr û dihûl balkêş û xuyane, tenbûra Kevin jî 14 perde hene û dengên wê kurdîne, lê rastîyek heye ew jî ewe em dikarin hemû amîran bikar bînin, ji ber ku cîhan biçûk bûye û peydakirna amîran bi sanahî bûye.
*pir hunermend hene helbsta kilasîkî dikene sitran, tu vê cendê çawa dibinî?
- hebesta kurdî bingehê zaravên kurdîye ji ber wê yekê divê were parastin û divê pirtir em xebatê di vî biyavî de bikin, lê gotinên mezin û bê wata bi tenê xizmeta ziman û devokên kurdî nakin û divê her tiştek di cihê xweda were bikar anîn û bi rastî hizir li parastina helbesta kilasîkî were kirin.
* niha pir hunermendên Ereb û Turk û Faris ji bo gerana konsêrta, seredana kurdistana azad dikin, win bo vê dîyardê çi dibêjin?
- em kurd miletekin ji mêvanan hez dikin û mêvan hewînin, ev kare ji bo diyaloka di navbera miletan de tiştekê başe, heger ew jî rêz û hurmetê li huner û hunermendên me bigrin, lê heger bitenê bo pera werin û vegerin, weha divê em carek din hizir li vê çendê bikin daku bizanin mebesta serekî ya hatina wan bo kurdistanê çîye.
*tu çi dibêjî wan hunermendan ewên sitranên foliklorî bi şêweyekê nû dibêjin?
-raste ew sitranên foliklorî ên niha tên nûkirin naverok û awaza wan tê guhorîn, dibe ew sitran bi şêwazek nû were pêşkêş û tomar kirin, belê binaxê sitranê tê guhartin.
*hebûna jina kurd di qada hunerê kurdî de di çi astekî de ye?
-jina kurd xebatê dike ku xem û janên xwe di sitrana kurdî de behis bike, lewra pêwîste em wek civak bi rengekê erênî (pozetîv) piştevaniyê li hunermenda jin bikin û harîkarbin û rêzê lê bigirin.
*Hindek kes hene sitrana kurdî bi sitayilê pop, caz, rok dibêjin, erê ev başe yan xirabe bo hunerê kurdî?
Ji bo pêşve çûna mûzîka neteweyî ya kurdî pêwîste hemû rengê mûzîkê hebe, heger xurtek rabû bi sitayilekê ciwan sitranek pêşkêş kir, divê destxweşyê lê bikin, berovajî heger ziyan gehand hunerê kurdî divê karekê wiha ne kin dilê wî sar bibe, belko divê xeletiyan destnîşan bikin û harîkar bin karekê ciwantir û resentir pêşkêş bike.
*hebûna kolêja hunerên ciwan çi başiya xwe heye ji bo pêşde çûna hunerê kurdî?
-xwezîka li her bajarekê kurdî kolêj û zanîngehên hunerî hebana, ji ber ku huner bi xwe cîhaneka mezine û bi xwendinê û ekadîmîbûnê pêşdikeve.
Li dawîyê hunermend birader got: îro parçeka kurdistanê azade, bo parastina kuristanê berî her tiştî me pêdivî bi ziman û hunerê resenê kurdî heye, heger hat û nevîyên me ziman û hunerê xwe yê resen ji bîr kir, azadîya kurdistanê giringîyeka xwe ya weha namîne ji ber wê yekê dibêjim pêdivîye her kurdek xwe bi xwediyê ziman û kiltûra xwe ya resen zanibe, ji ber ku bi sitran û mûzîka kurdî birînên birîndarên me saxdibin û canê şehîdên me hêmin dibe.
Top