• Tuesday, 30 April 2024
logo

Berpirsê giştî yê TRT Kurdî: TRT Kurdî nehîşt zimanê kurdî polîtîze bibe

Gulan Media January 11, 2020 Corane
Berpirsê giştî yê TRT Kurdî: TRT Kurdî nehîşt zimanê kurdî polîtîze bibe
Berpirsê giştî tê televîzyona TRT Kurdî Mustafa Ekîcî dibêje, TRT Kurdî pêşî li polîtîzekirina zimanê kurdî girt.

Berpirsê giştî yê televîzyona TRT Kurdî, Mustafa Ekîcî ji Ajansa Anadolu ya Tirkiyê re behsa weşana TRT Kurdî kir û destnîşan kir ku TRT Kurdî di sala 2009 hat avakirin, di nav 11 salan da li Tirkiye, Sûriye û hemû herêmên ku Kurd lê dijîn, 24 saetan weşana Kurdî dike. Ekîcî wiha axivî:

"Kanala me ji sporê hetanî mûzîkê, ji jinan hetanî zarokan, ji dîn hetanî siyaset, aborî û çandê weşaneke berfireh dike û di hefteyê da 45 bernameyên teze diweşîne."

Ekîcî diyar kir ku TRT Kurdî di nav 100 kanalên her tim weşanê dikin ên Kurdî yên li Iraq, Sûriye û Îranê da kete rêza ewil û wiha pê da çû:

"Em li Tirkiyê di lîsteya reytîngê da di nav 30 kanalên ewil da ne. Li Rojhilat û Başûrê Rojhilat (qesta wî Bakûrê Kurdistanê ye) di nav 5 kanalên herî zêde tên temaşekirin da cî digrin. Li gor lêkolînên hin saziyan li Iraq û Sûriyê di rêza ewil da ne. Sedemeke vê heye. Kanalên bi Kurdî weşanê dikin xwedan angajmanên siyasî ne. Têkiliya wan bi hin derên siyasî ra hene. Kêmzêde 10 kanalên PKKê hene. Weşana mûzîkê û ya ji bo zarokan jî dikin. Hetanî êvarê teror, tundî, xun û ajîtasyonê diweşînin. Bi tevahî li gor marşên rêxistinê muzîkê diweşînin. TRT Kurdî bi tevahî ji vê angajmana siyasî dûr e û weşana ji Kurdan eleqeyê dibîne ya tebiî û însanî dike. TRT Kurdiyê pêşî li polîtîzekirina zimanê Kurdî girt. Kanala me kanaleke wisa ye ku rêya hişmendiya îslamî ya Kurdî ye û bi saya vê, Kurdî di nav zimanên Mislimaman da dimîne."

Di berdewamiya axaftina xwe da Ekîcî got: "Li baregehên PKKê bi Kurdî xeberdan nayê kirin. Derdê wan Kurd nîne, Kurdî nîne. Projeyeke wan a li ser Kurdan tuneye. Ew bi jargoneke sosyalîst a ji salên 1970î maye, hebûna xwe didomînin…”

Berpirsê giştî yê TRT Kurdî Mustafa Ekîcî qala êrîşên li ser TRT Kurdî tên kirin kir û got ku hebûna vê kanalê rêxistinên terorê aciz dike û wiha got: "Em jargona wan a siyasî û wê navenda wan a pergala zeximkirina siyasî ya rêxistinê bela dikin… Zimanê TRT Kurdî zimanê wîjdanê ye, zimanê yekîtiyê ye. Emê ti carî dev ji vê bernedin."

Basnews
Top