Goleke Kurdistanê bûye rojeva NASAyê
Ew wêneyê ku NASAyê belav kiriye meha 3ê Berfanbara 2018an ji aliyê astronot Alex Gerst ve hatiye girtin ku bi ser du beşan de dabeş bûye û weke dara Qaçê xuya dike ku şêweyê dara Kirîsmîsê ye.
NASyê ev jî nivîsiye ku gola Dûkanê mezintirîn gol e li Herêma Kurdistanê û 97 kîlometre çargoşe û yek ji xweştirîn cihên geştyariyê ye li Kurdistanê.
Ev ne yekem car e ku navçeyên li Herêma Kurdistanê dibine cihê balkêşiyê li gel wê ajansa asmanî. Pêştir NAS her li ser Facebookê keleha Hewlêrê belav kiribû û weke, “Kevintirîn cihekî niştecihbûnê li ser rûyê erdê” bi nav kiribû.
Herwiha NASAyê nivîsîbû, “Keleha Hewlêrê kevintirîn cihê niştecihbûna mirovan e ku dîroka wê bo 6 hezar sal diçe. Bilindahiya kelehê 32 metre ye û xanî ji heriyê hatine çêkirin û mirov tê de jiyane.”
Rudaw