Pîrejina herî bi temen li Kurdistanê koça dawî kir
![Pîrejina herî bi temen li Kurdistanê koça dawî kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/483474Image1.jpg )
Pîrejina Kurd, Selme Ebdulqadir nişteciha qezaya Şarezorê li parêzgeha Silêmaniyê bû.
Neviyê Selme Ebdulqadir, Araz Ezîz di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de nûçeya wefata dapîra xwe piştrast kir û got: "Îro demjimêr 10:30 Nene Selme wefat kir û termê wê li goristana gundê Deq li bajarokê Warmava bi axê hat spartin."
Selme Ebdulqadir ku xelkê navçeyê ew bi navê "Nene Selme" bang dikirin, li gor nasnameyê di 01-07-1897 de ji dayik bûbû, ku temenê wê dike 122 sal.
Tora Medyayî ya Rûdawê di sala 2017an de raportek li ser jiyana pîrejina Kurd Selme Ebdulqadir amade û belav kiribû.
Pênc kur û 3 keçên Nene Selme hene.
Rudaw