Li Amedê dest bi ser încîleke bi zêr nivîsî de hat girtin
![Li Amedê dest bi ser încîleke bi zêr nivîsî de hat girtin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/467204Image1.jpg )
Li gor daxuyaniya Walîtiya Amedê bi xebatên îstixbaratê yên Fermandariya Cendirmeyan a Amedê agahî hat hildan ku 4 kesên li navenda bajêr dijîn dixwazin kitêbeke dîrokî ya ku îdia dikin 800 salî ye bifiroşin.
undefined
Li navçeya Yenîşehirê bi operasyona ku di 12ê Îlonê de hat kirin wexta gumanbaran dixwest kitêba nexşên olî li serê hene bifiroşin hatin girtin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di lêgerîna dadî ya ku li navnîşana gumanbaran û li ser gumanbaran hat kirin de dest bi ser Încîleke ku li ser çermê xezalê bi zêr hatiye nivîsandin û ji 15 pel û 30 rûpelî pêk tê û fermaneke xemilandî ya li ser çerm bi Îbranî de hat girtin. Kitêbên hatin dîtin niha têne parastin û ji ber bûyerê derbarêê 6 gumanbarî de lêpirsîn hate destpêkirin."
Rudaw