• Wednesday, 01 May 2024
logo

Jinek 73 salî cêwî anî dinê

Gulan Media September 8, 2019 Corane
Jinek 73 salî cêwî anî dinê
Li eyaleta Andra Pradeş a Hindistanê jinek 73 salî piştî ku çareserkirina dergûşên tûpê cêwî anî dinê.

Li gor nûçeya BBCyê Magayamma Yaramatî ya 73 salî û Sitarama Rajarao yê mêrê wê yê 82 salî bi salan çareseriya dergûşên tûpê dîtin.

Yaramatî herî dawîn di çavdêriya Dr. Uma Sankar de du mehan çareseriya dergûşên tûpê dît û cêwiyên wê yên keçik çêbûn.

Dr. Sankar destnîşan kir ku rewşa dayik û zarokan baş e.

Li gor agahiyan Rajarao bavê keçikan ku piştî zarok welidîn felç bû û ew niha tê demankirin.

Li Pencara eyaleta Hindistanê di sala 2016an de Daljinder Kaurê di 72 saliya xwe de zarokekî kur anîbû dinê.

Rudaw
Top