Çavên wî nabînin lê 10 sal in masîgiriyê dike
Muxlis Mehmûd 15 sal in çavên xwe ji dest dane, lê ev yek li ber wî rêgir nebûye ku kar neke, tevî nedîtina çavan, Muxlis bûye yek ji nêçîrvanên şareza yên herêmê û li gola Dûkanê bi girtina masiyan debara mala xwe dabîn dike.
Muxlis ji ber pîşeya xwe ya masîgiriyê, bûye melevanekî baş jî, weke ku ew dibêje, di pêşbaziyeke avjeniyê de bûye yekem.
Hevalê Muxlis Mehmûd, Ehmed Mistefa dibêje: “Ez tenê cihê ku em lê ne qal dikim, ew cih hildibijêre û em li gor gotina wî torên xwe davêjin. Her dema ku me li gor gotina wî tor avêtiye, me gelek masiyên baş zeft kirine.”
Rudaw