• Saturday, 04 May 2024
logo

Akdogan: Qendîlê Rewşa Pêvajoyê Xirab Kir

Akdogan: Qendîlê Rewşa Pêvajoyê Xirab Kir
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê derbarê pêvajoya çareseriyê de got daxuyaniyên ku Demirtaş û Qendîlê hefteya borî dabûn rewş xirab kir.

Yalçin Akdogan li avahiya Navendî ya Serokwezîriyê bersiva pirsên rojnamevanan ên derheqê rojevê de da.


Akodogan derbarê pêvajoya çareseriyê de wiha got: "Daxuyaniyên ku birêz Demirtaş û Qendîlê hefteya borî dabûn ne li gorî pêvajoyê ne. Ne li gorî hesasiyetên ku niha pêvajo gihîştiyê ne û atmosfer xerab kir.”


Akdogan anî ziman Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan mîmarê pêvajoya çareseriyê ye û wiha domand: “Li hember serokomarê me ragihadina şerî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev bi kêrî pêvajoyê nayê, divê ewil vê yekê bizanibin. Tu kes nikare birêz Erdogan weke ku li dijî pêvajoya çareseriyê ye nîşan bide. Di nava 12 salan de derheqê vê mijarê de gelek gav hatin avêtin, şoreşên bêdeng pêk hatin. Li pişt van hemû şoreşan îmzeya birêz serokomarê me heye."


Akdogan li ser pirsa "Hin nîqaşên der barê ku Serokomar bi têra xwe nehatiye agahdarkirin dest pê kirin, hûn van çawa dibînin?" wiha got: "Heke di pêvajoyê da kêmasiya agahîdayînê hebe ev kêmasiya me ye û em ê vê telafî bikin. Di vê mijarê da gotinên serokomarê me ji bo me telîmat in. Serokomarê me hem serokê giştî yê avakirina AK Partiyê ye hem jî rêberê tevgera siyasî ye. Hebûna wî ji aliyê pêvajoyê ve gelek girîng e."

Rudaw
Top