Lîstikvanên Arsenalê meaşên xwe didin koçberan
![Lîstikvanên Arsenalê meaşên xwe didin koçberan](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/267147Image1.jpg )
Lîstikvanê Arsenalê Auron Ramsey li ser navnaîşana xwe ya tora civakî ya facebookê wêneyê zarokekî iraqî yê bi navê Malîk parve kiriye, ku formayekî bi navê wî li ber kiriye û topek di destê de ye.
Ramsey li ser vê parvekirinê jî nivisiye; “Lîstikvanên Arsenalê dê meaşê xwe yê rojekê bidin dezgeha xêrxwazî ya Arsenalê da ku ji bo alîkariya penaberên Iraqê yên nav kampan bişîne.
Ji aliyê din ve di gera 15 a xula Premîer Lîgê de îro tîma Arsenalê di mala xwe de mêvandariya tîma Stoke City dike.
Rudaw