Li Duhokê cîh û warên dîrokî yên pênc hezar sal berî zayînê hatin dîtin
![Li Duhokê cîh û warên dîrokî yên pênc hezar sal berî zayînê hatin dîtin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/bdeb7bf9544b6fabfe542a20a2b0e611_L.jpg )
Rêveberê cîh û warên dîrokî yê parêzgeha Duhokê Dr. Hesen Ehmed ji BasNewsê re diyar kir, cîh û warên girê Bastikê hatine dîtin dîroka wan ji serdeam hatina îslamê heta pênc hezar sal berî zayîn diçin. Dê berheviya konsolê Almanya hemû encamên vekolîna hevbeş ên kurd û Alman yên werza dûyê li girê Bastikê yên sala 2016ê bêne aşkera kirin. îro 28.09.2016ê saet 16:00 êvarî li rêveberiya cîh û warên parêzgeha Duhokê bên aşkera kirin.
Herwaha got; li parêzgeha Duhokê bi hezaran parçeyên dîrokî hatine dîtin. Naha li mûzexaneya Duhokê ya niştimanî tên parastin û gelek parçe jî li Duhokê hene hîn li ser kar nehatine kirin.
Basnews