Îran – Sê kurd tevlî tîma millî ya çiyavaniya Îranê bûn
![Îran – Sê kurd tevlî tîma millî ya çiyavaniya Îranê bûn](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/f9aa6f3e9758936545d257d3dd9a7087_L.jpg )
Federasiyona Çiyavaniyê ya Îranê sê çiyavanên kurd vexwend dewreya çiyavaniyê ya tîma millî ya çiyavaniya Îranê.
Li gorî agahiyan, ew her sê çiyavan xelkê bajarê Sine yê Kurdistana Rojhilat in û navên wan jî ev in: Mihemed Hebîbî, Salar Sibhanî û Rûzbê Bextiyarpenah.
Dewreya tîma millî ya çiyavaniya Îranê, pêr dest pê kiriye û dê mehekê bidome.
Hat gotin ku tîma millî ya çiyavaniya Îranê xwe ji bo zincîreçiyayên Hîmalaya-Êvêrêst amade dike.
Basnews