Facebook : Em wêne û navên ti kesan eşkere nakin
Xwedan û endamê tîma tora civakî ya Facebookê Jonas Wilhelm bi rêya Rûdawê ragihand ku ew karê eşkerekirina name, wêne û parvekirinên taybet ên bikarhênerên xwe nakin.
Wilhelm diyar kir ku nameyên bi vî awayî spam in û ti rastiyek wan nîne.
Li ser torên Facebookê bi zimanê Îngîlîzî û Kurdî parvekirinek giştî heye ku dibêje; “Heta sibe şîrketa Facebookê hemû name û fotoyên we yên hatine jêbirin jî eşkere dike. Heger we navê ev yek bibe, vê parvekirina me parve bike.”
Ev îdîa bûye sedema tirs û gumana hindek bikahênerên Facebookê û lewma ji aliyê wan ve jî tê parvekirin.
Hêjayê gotinê ye ku Tora Medyaya Rûdawê karê hevbeş li gel Tora Civakî ya Faceebookê dike.
Rudaw