“Demîrtaş wê bibe hevserokê HDPê”
Li gor nûçeyên ku li medyaya Tirkiyê tê belavkirin, hevserokê BDPê Demîrtaş qebûl kiriye ku di 22yê hezîranê de dema lidarxistina kongreya HDPê bibe hevserok, lê biryara dawiyê wê piştî hevdîtina şanda HDPê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Îmraliyê bê dayîn ku îhtîmala mezin li gor daxuyaniyên wê şandê, dê di dawiya vê heftiyê serdan pêk were.
Herwiha tê gotin ku wê hevdîtina bi Ocalan re raman û biryarên wî derbarê her du kongreyên partiyên HDPê di 22yê hezîranê û ya BDPê di 8yê hezîranê de bên girtin ku îhtîmala mezin wê hevserokê BDPê li dewsa Demîrtaş û Gultan Kişanak ku bûye hevseroka şaredariya Amedê, ji kesên ne parlamenter bên destnîşankirin û navê BDPê bibe Partiya Herêmên Demokratîk.
Dîsa li gor malperên nêzîkî BDPê wê serokê berê yê şaredariya bajarê Amedê Osman Baydemîr bibe serokê Kongira Civakên Demokratîk (KCD) li dewsa Ahmet Turk û wê partî rêberî ji pêkanîna xweseriya demokratîk li Bakurê Kurdistanê bike.
Her dîsa wê guhertin di wekîlên koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê de jî çê bibe. Wê Pervîn Buldan li ciyê xwe bimîne wekîla koma HDPê, lê li dewsa Îdrîs Baluken wê Sirî Sureya Onder bibe wekîlê koma partiyê û Baluken wê bibe berpirsê rêveberiyê di parlamentoyê de.
Li aliyekî din li gor agahiyên peyemnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Amedê, Tevgera jina Azad a Demokratîk ya BDPê pêşinyariyên xwe dikin û di heman demê zextê li ser HDPê dikin ku namzedê wan ê hilbijartinên serokomariyê jin be.
Çavdêrên siyasî yên Kurd dibêjin ku zelalbûna van agahiyên derbarê guhertinên di nav BDP-HDP-KCDê de wê piştî hevdîtina şanda HDPê bi Ocalan re bên kirin û heta niha jî tiştên ku tên îdîakirin, hîn nebûne biryar û tenê di warê îdîayan de dimînin.
Rudaw