• Saturday, 27 July 2024
logo

Li Helebceyê jineke Kurd xwaringeheke kurdewarî vekir

Li Helebceyê jineke Kurd xwaringeheke kurdewarî vekir
Li Helebceyê jineke Kurd xwaringeheke Kurdewarî vekir ku beşek jê bo kel û pelên entîke hatiye veqetandin. Çalakvanekî warê jinan jî dibêje: ‘’Ev hewldana han wiha dike ku keç û jinên Helebceyê zêdetir şiyanên xwe bixin tevgerê.

Di vê derbarê de xwediya xwaringehê Hemîde Cemal ji BasNewsê re got: ‘’Gelek şan û mêvan dihatin Helebceyê, lê cihek nebû wek pêwist xizmeta wan bike. Herwiha nebûna mûzexaneyekê jî li bajêr wiha kir ku xwaringeh û entîkexaneyekê bi hev re vekim. Projeya karê min jî bi navê ‘Loqente û Dîwexana Helebceyê’ ye daku em bikaribin bi kultura Helebce û xwarinên kurdewarî xizmeta wan hemû mêvan û hemû Kurdan bikin.’‘

Hemîde Xan wiha axifî: ‘’Beşek ji Loqente û Dîwexana Helebce dê ji bo firotina tiştên kulturî be wek ava hinaran, gwîz, tu, hejîr, herwika klaş-pêlav, şal û ligel karên dest ên jinan, ji xeynî firotina gulan bo destê bûk û zaveyan û çêkirina xwarinê bo şînî û şahiyan.’‘ Li gor Hemîde, piraniya wan kesên beşdarî projeya wê bûne kesên bêkar in û herî zêde jî jin in, herwiha hinek mêr jî di projeyê de cîh digirin.

Çalakvan û kesayetiya bajarê Helebceyê Serrewt Mihemed ew karê Hemîde bilind nirxand û got: ‘’Taybetmendiyeke vê xwaringehê heye, ji ber heta niha di asta xwaringehên Kurdî de valahiyek hebû, lê bi hewldana vê xatûnê ew valahiya han tejî dibe û ez bawerim dê bibe cihê kêfxweşiya wan hemû kesên ku serdan dikin. Hêvîdar im xatûnên din jî hewlên xwe bixin tevgerê û bê tir karê xwe bikin.’‘

Ji aliyê ve çalakvanê warê jinan Necat Selah jî wiha axifî: ‘’Ev karê Hemîde Xan karekî pir baş e, ji ber ev hewldana han wiha dike ku keç û jinên Helebceyê zêdetir şiyanên xwe bixin tevgerê, loma em şanaziyê pê dikin ku jineke wek xatûn Hemîde li Helebceyê hebe.’‘

Basnews
Top