Li Kobanî pîrejineke Kurd ya 113 salî, wefat kir
Îro, 26.02.2014, Hewa Şêxo, ku jineke Kurde û jidayikbûya sala 1901ê de ye, di temenê 113 saliya xwe de wefat kir.
Pîrejina bi navê Hewa Şêxo, dayîka 9 zarokan û dapîra 225 neviyan bû.
Hevserê wê di sala 1955 de, miribû, û Hewa ji di dirêjiya 60 salan de, li ser zarokan mabû û ew xwedî kiribûn.
Bi vî temenê xwe yê dirêj, Hewa Şêxo tementirîn jina Kurde ku li Kobanî jiyana xwe ji dest dide.
Rudaw