• Saturday, 27 July 2024
logo

Li Kobanî pîrejineke Kurd ya 113 salî, wefat kir

Gulan Media February 27, 2014 Corane
Li Kobanî pîrejineke Kurd ya 113 salî, wefat kir
Li gundê Helincê yê ser bi Kobanî ve li Rojavayê Kurdistanê, jineke ku di sala 1901 de ji dayîk bûbû, jiyana xwe jidest da.


Îro, 26.02.2014, Hewa Şêxo, ku jineke Kurde û jidayikbûya sala 1901ê de ye, di temenê 113 saliya xwe de wefat kir.


Pîrejina bi navê Hewa Şêxo, dayîka 9 zarokan û dapîra 225 neviyan bû.


Hevserê wê di sala 1955 de, miribû, û Hewa ji di dirêjiya 60 salan de, li ser zarokan mabû û ew xwedî kiribûn.


Bi vî temenê xwe yê dirêj, Hewa Şêxo tementirîn jina Kurde ku li Kobanî jiyana xwe ji dest dide.

Rudaw
Top