Keçeke Kurdistanî yekema Berlînê ye
![Keçeke Kurdistanî yekema Berlînê ye](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/87886744.jpg )
Evîn Basil, keçeke bi esil Kurdistanî ye û li Elmanyayê ji dayîk bûye, bavê wê yek ji mûzîkjenê şareza ye û navê wî Basil Sebah e. Malbata Evîn di salên heştêyî de çûne Elmanya û Evîn jî li ser destê bavê xwe fêrî jenîna piyano bûye.
Evîn, hefteya borî li Berlînê di pêşbirkeyeke zarokan a mûzîkjenînê de karî pileya yekem bi dest bixe. Di vê derbarê de Basil Sebahê bavê Evîn ji BasNewsê re got: ‘’Hemû hewl û westiyayîbûna min ew e ku Evîn di jenîna piyano de zêdetir bipêş bikeve, daku bi rêya mûzîkê bibe piyanojeneke cîhanî û navê Kurd û ala Kurdistanê bi cîhanê binasîne.’‘
Basnews