• Saturday, 27 July 2024
logo

Zaroka nûjidayikbûyî

Gulan Media February 23, 2014 Corane
Zaroka nûjidayikbûyî
Zaroka nûjidayikbûyî li gor pîvanên zanistî yên bijîjkî bi wê tê danasîn ku ji 37 heftiyan bêhtir dema ducaniyê bi dawî kiribe, li gor pîvanên fîzîkî jî giraniya wê derdora 3kg be, herwiha dirêjbûna wê 50cm û mezinbûna serê wê 33-35cm be.

Her yekser piştî jidayikbûnê giriyê zarokê û tevgera henaseya (nefesa) wê, nîşana karayiya proseya henasedanê ye. Tijîbûna pişikan bi oksecênê, mizgîniya vejîna siruştî ye.

Vêce her ji yekem deqeya jiyana mirov ve, karwanê zehmetî û erkkêşanê ji bo dabînkirina debara jiyanê destpêdike û ji jiyana girêdayî di zikê dayikê de, ji bo jiyaneke nîv serbixwe gavê diavêje ku divê êdî mirov pena bibe karîna laşê xwe ji bo pêkanîna proseyên zîndegî yên wek danûstandina bayê, bergiriya nexweşiyê, guhertina dezgehên dil û boriyên xwînê, herwiha hewldan bi dû dabînkirina xwarina xwe de, ew jî bi gerana bi dû dîtina sermemika dayikê û xwetêrkirina ji şîrê tijî bergirî û tijî enerjî ku ji bo demjimêrên destpêkê gellekî girîng in. Ev karên siruştî bûn ku pirraniya ajelan jî bê desttêxistina mirov dikin.

Dema zarok digirî, rengê xwe sor dike û ji me re dibêje: ez gellekî baş im, destkariyê bi min nekin. Pêwîstiya min bi oksîjenê nine, ne jî pêwîstiya min bi sondeya (xertûma) bêvilê û dev heye, tenê piştî yek deqeyê navika min bibirrin, min deynin ser sînga dayika min, bila em hest bi lêdana dilê hev bikin.

Ev zarok ji me re dibêje laşê min baş binixumînin, ji ber ku ez ne wek we me û gemara laşê xwe zûtir ji dest didim. Navika min pak rabigirin û destkariyê gellekî nekin. Dermanê vî alî û wî alî lê nekin. Piştrast bin jî ez bi xwe her navika xwe diavêjim. Şîrê dayika min her ji hingiv xweştir e. Çi pêwîstiya min bi hingiv e! Eger zerdikê jî ez girtim, ev ji bo me hemû zarokan dibe siruştî be, lê min piştguh nekin û min pêşanî bijîjkê pispor bikin. Eger pêwîstiya min bi guhertina xwînê hebe, bikin. Çend rojan li cem min bin û min têxin nav şûşe, ji bo hetahetayê pûç nabim.

Rudaw
Top