• Saturday, 27 July 2024
logo

Gelo dema pêkanîna Tîma Kurdistana Mezin nehatiye?

Gulan Media February 22, 2014 Corane
Gelo dema pêkanîna Tîma Kurdistana Mezin nehatiye?
Di salên 70’yî de, tîmek bi navê Hilbijardeya Kurdistanê hat pêkanîn û di koçberiyê de jî çalakiyên wê berdewam bûn, di nav çalakiyên xwe de jî car car tîma Kurdistanê lîstikên dostane, yan jî mêvandariya tîmên din dikir.

Lê heta niha hizra wê yekê nehatiye kirin ku Hilbijardeya Kurdistana mezin bê avakirin. Gelo niha dem nehatiye ku hizra wê yekê bê kirin ku tîmeke wiha were pêk anîn, û kar ji bo wê yekê bê kirin ku bibe endam di FIFA de, yan jî beşdariya kupayên cîhanî bibe? Gelo eger ev tîm hat pêkanîn dê kîjan parçe bikaribe baştirîn yarîzan pêşkêş bike? Yan dê kî vî karî bike?

Li gor rojnamevanê warê werzişê li Germiyan Erkan Mihemed, dema avakirina vê tîmê hatiye û şiyan heye bi rêya pisporên Kurd û anîna kesên şareza yên cîhanî hilbijardeyeke nimûneyî ji bo Kurdistanê were pêkanîn û wiha dibêje: ‘‘Ji bo ku bibe endam jî di FIFA de, evna mafê me ye û divê ji hemû aliyekî ve jî karê cidî bo vê mebestê bê kirin, ji ber ku bi rêya sporê bi giştî û futbolê taybetî em dikarin navê Kurd û Kurdistanê zêdetir li cîhanê belav bikin.’‘

Rojnamevanê werzişî Mesûd Hesen jî wiha difikire ku pêkanîna tîmekê bi navê Kurdistanê xewna hemû Kurdekî ye, lê tişta ji hemûyan girîngtir ewe ku lîstikvanên her 4 parçeyên Kurdistanê di nav de bin, bê cudahî û li ser bingeha şarazayî û karînan bên hilbijartin, ne girînge ku encamên wê hebin, tiştê girîng ew e ku bi rêya vê timê nav û dengê Kurdisanê zêdetir li cîhanê belav bibe. Mesûd Hesen wiha axifî: ‘’Bi baweriya min divê di destpêkê de ev tîm were pêkanîn û beşdariyê di çend kupayên cîhanî de bike û piştre hewl bê dayîn ku bibe endamê FIFA’yê.’‘

Li ser vê babetê BasNewsê pirs ji lîstikvanê navdar Mûefeq Yûnis kir, ka nêrîna wî li ser vê mijarê çiye? Mûefeq wiha bersiv da: “Em jî wek her herêmeke din mafê me ye ku beşdarî dewre û çalakiyan bibin li ser astê navçeyê û cîhanê, dibe ku lîstikvan ji hemû parçeyan tê de bin, herwiha lîstikvanên baş li hemû parçeyên din ên Kurdistanê hene lê tenê şarezayiya me li ser lîstikvanên Başûrê Kurdistanê heye.’‘

Ji aliyê xwe Sekreterê Yekîtiya Karate ya Kurdistanê, Wirya Zengene, li ser vê mijarê got: “Divê hilbijardeyeke baş were pêkanîn, lê stafê niha yê Yekîtiya Futbola Kurdistanê nikariye vî karî bike, li hemû parçeyên din ên Kurdistanê lîstikvanên ast bilind hene û em dikarin tîmeke mezin pêk bînin.’‘

Basnews
Top