Li Urmiye malpereke çandî hate hakkirin
Navenda Kurmanc di daxuyaniyekê de ragihand ku “malpera wan ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve hatiye hakkirin”. Lê aliyên peywendîdar di Polîsên Interneta Îranê de ku bi navê FETA tê naskirin, heta niha ti daxuyanî derbarê vê yekê de nedane.
Di daxuyaniya wê navendê de hatiye diyarkirin ku ev 2 meh bûn ku malpera bi navê Nîsaname ji aliyê vê navendê ve hatibû avakirin û ji aliyê xwendekarên zanîngehên Urmiye ve dihat rêvebirin. Malper taybet bû bi nûçeyên çandî û herêmî yên deverên Makû, Xoy, Selams û Urmiye li Rojhilatê Kurdistanê.
Navenda Kurmanc di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew “serbixwe ne û alîgiriya ti aliyekî siyasî nakin û kar ji bo civakeke aram û pêşdeçûyîna çanda Kurdî dikin”.
Rudaw