• Saturday, 27 July 2024
logo

Li Urmiye malpereke çandî hate hakkirin

Gulan Media February 20, 2014 Corane
Li Urmiye malpereke çandî hate hakkirin
Navendeke bi navê “Kurmanc” li zanîngehên Urmiye di rûpela xwe ya Facebookê de belav kiriye ku malpera wan ya bi navê Nîsaname ku taybet bi nûçeyên bakurê Rojhilatê Kurdistanê hatiye hakkirin.

Navenda Kurmanc di daxuyaniyekê de ragihand ku “malpera wan ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve hatiye hakkirin”. Lê aliyên peywendîdar di Polîsên Interneta Îranê de ku bi navê FETA tê naskirin, heta niha ti daxuyanî derbarê vê yekê de nedane.

Di daxuyaniya wê navendê de hatiye diyarkirin ku ev 2 meh bûn ku malpera bi navê Nîsaname ji aliyê vê navendê ve hatibû avakirin û ji aliyê xwendekarên zanîngehên Urmiye ve dihat rêvebirin. Malper taybet bû bi nûçeyên çandî û herêmî yên deverên Makû, Xoy, Selams û Urmiye li Rojhilatê Kurdistanê.

Navenda Kurmanc di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew “serbixwe ne û alîgiriya ti aliyekî siyasî nakin û kar ji bo civakeke aram û pêşdeçûyîna çanda Kurdî dikin”.

Rudaw
Top