• Saturday, 27 July 2024
logo

Lamborghini, berî bikeve bazarê li Kurdistanê tê kirîn

Gulan Media February 19, 2014 Corane
Lamborghini, berî bikeve bazarê li Kurdistanê tê kirîn
Berî belavbûna Lamborghini Huracan model 2014 bi mehekê, xwestekeke zêde li ser heye û li Kurdistanê jî çendîn kesan ji niha ve kirîne ku behayê wê herî kêm 200 hezar dolar e.

Lamborghini şirketeke Îtalî ye bo çêkirina otomobîlên giranbiha, wek otomobîla herî bi suraet a cîhanê tê naskirin ku li pêş Ferrari û Porsche’yê ye. Di meseleya biha de jî di rêza My Bags, Bentley û Rolls Royce de ye.

Geylan Ebdulla, ku ciwanekî xwendekar ê Zanîngeha Hewlêrê ye, ji BasNewsê re got: ‘’Min ji destpêka salê ve form tejî kiriye daku ligel belavbûna Lamborghini Huracan berî hemû kesî yek ji wan bigihe min. Niha Porsche’ya min heye, lê modela par e, loma min biryar da di 2014’ê de Lamborghini bikirim, evna jî xewneke kevine hindik maye bê dîtin.’‘

Şirketa Lamborghini li ser malpera xwe ragehand ku heta niha 700 daxwazên kirîna Huracan Model 2014 gehiştine wan û li gor xwestek û daxwaza kiryar bihayan zêde dikin. Şirketê da zanîn ku biryar dane wek yekem car li pêşangeha Venevre ku 3’ê Adaraê tê vekirin, firotina yekem berhema xwe ya nû rabighînin. Geylan da zanîn ku şirketa Lamborghini ji wan re gotiye ku li İraqê sê kesan form tejî kirine û du ji wan xelkê Hewlêr û Silêmaniyê ne.

Hêjayê gotinê ye niha Herêma Kurdistanê bûye cihekî din bo wan şirketên ku otomobîlên giranbiha berhem tînin. Di pêşangeha dawî ya otomobîlan de ku li Hewlêrê hat vekirin, nûnerê şirketa Mercedes a Elmanî ragehand ku 2 otomobîlên herî giranbiha yên xwe li Hewlêrê firotine ku bihayê wê 660 hezar dolar e.

Basnews
Top