• Saturday, 27 July 2024
logo

Geştyarên Ewropayê berê xwe didin Kurdistanê

Gulan Media February 18, 2014 Corane
Geştyarên Ewropayê berê xwe didin Kurdistanê
Tevî jêrxaniya wê ya sînordar, Herêma Kurdistanê çavê xwe berdaye kişandina geştyarên ji Ewropayê. Dîroka kevin a Kurdistanê, ew şûnên ku yekem car mirovan bajar tê de dirust kirin, arîkar in ji bo kişandina bala geştyaran.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekemîn car beşdarî pêşengeha geştûguzariyê ya "Ferien-Messe Wien" li Viyanê bû, ku ji 16 heta 19.01.2014ê hate lidarxistin. Ev pêşengeh mezintirîn pêşengeha geştûguzariyê ye li Awisturyayê. Di pêşengehê de Herêma Kurdistanê wek şûneke xweş û xwedî siruşteke xweşik hate nîşndan.

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Awisturyayê Dr. Mistefa Remezan dibêje: "Gellek ji xelkên vê derê Kurdistanê nas nakin. Amanca me danasîna Kurdistanê ye bi hemû wan kesên ku ji geşt û serkêşiyê hez dikin. Yek ji wan hokarên ku kirin em beşdarî vê pêşengehê bibin ewe ku îsal Hewlêr wek paytexta geştûguzariya welatên erebî hatiye hilbijartin."

Hewlêra paytexta Kurdistanê wek yek ji kevintirîn bajarên cihanê lê tê nêrîn, ku bi berdewamî mirov tê de jiyaye. Hewlêr ji beriya 8 hezar salan ve jîngeha mirovan bûye. Herwiha Kurdistan wek şûnwareke kevin dewlemend e û 3 hezar şûnwarên wê yên kevin ên dîtî hene. Mistefa dibêje ew bi hêvî ye ku bi beşdarbûna di vê pêşengehê de Kurdistan û dîroka wê ya kevin, xelkên cuda û siruşta xwe ya xweşik bi serdankeran bidin nasîn.

Li gor statîstîkên buroya geştyariya Kurdistanê, hejmara geştyarên Herêma Kurdistanê bi rêjeya 30 ji sedî zêde bûye û di nav geştyaran de hejmara geştyarên amerîkî û ewropî di zêdebûnê de ye. Lê niha pirraniya geştyarên ku serdana Kurdistanê dikin ji beşên din ên Iraqê û Îranê tên. Li gor gotina berdevkê Komeleya Kompanyayên Geştûguzariya Kurdistanê, Rêbwar Azad, tenê 5 kompanyayên geştûguzariyê yên biyanî ji Ewropa, Amerîka û Rojhilata Navîn geştan ji bo Kurdistanê amade dikin.

Danîyel Gonzales geştyarekî spanî ye ku ligel kompanyaya Balbêc Sema Tours ji Libnanê û kompanyaya Orîska ji Berselonayê kar dike. Wî ligel yekem grûpa geştyaran ya ji Berselonayê serdana Kurdistanê kir. Gonzales derbarê geşta xwe de dibêje ku ev cûreyên şûnwaran bêhtir bala geştyarên serkêş dikişînin: "Em, ku grûpek ji 20 kesan bûn û pirraniya wan temenê wan nêzîkî 50 salî bû û pirraniya wan di warê geştkirinê de şareza bûn û gellek geşt kiribûn, em çûne Hewlêrê. Xelkên asayî serdana vî cûreyê şûnwaran nakin, geştyar serdana bajarên mezin û gundên geştyariyê dikin. Tevî ku Kurd û geştyarên din ên vê navçeyê ji serdana navçeyên çiyayî hez nakin, lê ewropî ji vî cûreyê ji şûnwaran hez dikin. Rê pirr xirab bûn, lê ewropî hez ji geştkirina van navçeyan dikin."

Di demekê de ku beşên din ên Iraqê ketine bin tundûtûjiyeke bêdawî, Herêma Kurdistanê pêgeheke aram ji aliyê aborî, siyasî û asayişî ve peyda kiriye û aboriya wê di geşbûneke xurt de ye. Lê Gonzales dibêje eger desthilatdarên Kurdistanê ji dil dixwazin kar li ser wê yekê bikin ku Kurdistan bibe cihê geştyariyê ji bo grûpên geştyar ên herî mezin, gellek kêmasiyên Kurdistanê hene ku pêwîst e çareser bibin, bo mina "rêberên geştûguzariyê li Kurdistanê nînin."

Lê ev kêşe heta radeyekê ji bo geştyarên îngilîz-ziman hatiye çareserkirin. Par Gaydz pirtûkek derbarê Kurdistanê de çap kir. Herwiha nivîskar û wênegira holendî Yvonne van der Bijl jî di van nêzîkan de pirtûkek ji bo geştyariya li Kurdistanê belav kir, ku ji 2 salan ve kar li ser dike.

Gonzalês dibêje ku grûpên geştyariyê yên spanî li firokexaneya Hewlêrê ji aliyê berpirsên wezareta geştûguzariyê ve pêşwaziya wan hat kirin, "Kurdistan gellekî girîngiyê dide geşta Ewropiyan." Herwiha vîzayê li firokexaneyê dide geştyarên welatên Ewropayê û van nêzîkan jî çend welatên kendavî yên dewlemend bi petrolê jî dixe heman lîsteyê.

Bi arîkariya rawêjkarên biyanî hikûmeta Herêma Kurdistanê plan daniye ku di sala 2025ê de 7 milyon geştyaran bikişîne û di encamê de bêtirî 2 milyar Dolar ji geştûguzarê kom bike.

Rudaw
Top