• Saturday, 27 July 2024
logo

Adetên veguhestina bûkê li Kurdistanê

Gulan Media February 17, 2014 Corane
Adetên veguhestina bûkê li Kurdistanê
Urf û adeta veguhestina bukan li Kurdistanê yek ji ciwantirîn adetên Kurdewarî ye ku xelk li dora hev kom kirine û bûye sedema dilxweşiya wan. Niha di bin bandora modernîteyê de guhertinên mezin li ser wan adetan çêbûne û bêguman ew guhertin tenê Kurdistan negirtiye û bandor li hemû cîhanê kiriye.

Ev nivîs bi kurtî hine xalan radixe berçavan ku di çend salên borî de guhertin di şêwaz û awayê şahî û dawetên Kurdî de çêkiriye û heta ber bi nemanê ve diçin. Ji bo parastina kultura hevsergîriyê û daweta Kurdî, dikarin nasname û reseniyeteke zêdetir bidin dawet û rê û resma hevsergîriyê-zewacê.

Guhertina rengê cilên bûkê yek ji wan guehrtinane ku di şahiyên Kurdî de çêbûye. Berê li Kurdistanê rengê cilên bûka sor bû, lê di bin bandora medya û modernîteyê de hatiye ji bîrkirin û qet nayê bîra me ku hemû bûkên Kurd di dema veguhestinê de bi cilên sor dihatine xemilandin, heta devrûkeke sor jî dixistine ser rûyê bûkan. Niha ev reng bûye spî, lê ka em bizanin ji bo çi li Kurdistanê rengê sor ji bo cilên bûkê hatiye diyar kirin.

Bi em kurtî dikarin taybetmendiyên diyarkirina rengê sor wiha rêz bikin: Evîn û hezkirinê germ û gurtir dike (Pqarak Nitin). Nîşaneya xwedî bûn, hezkirin, kelecan û hêzê ye ( Will Dorant). Baştirîn reng sor bûye ku ji tavê digehe (Xesrewanî)

Yek ji adetên din yên veguhestina bûkan bi hespekî al (sorê tox) bû ku niha otomubêlê cîhê wê girtiye. Adeteke din ev bû ku kesek ji malbata bûkê (bav yan bira) divabû sê girêyan bi wateya sê dirûşmên ola Zerdeştî (Kiryara çê, hizra çê û gotina çê) li piştêna bûkê dabana. Herwiha pariyeke nan dixistine nav piştêna bûkê ku bi wateya birina xêr û bereketê bo mala zava bû.

Di nava Kurdên Xorasanê de bav wî karî dike lê li cîhên din zarok wî karî dikin. Piştên bi xwe bi wateya wefadarî, dawên pakî û mahr birînê ye. Cara yekem (Spendarmez) ku di baweriya Zerdeştî de nûneratiya jinên dawîn pak û evîndarên rastîn a hevseran e û bi melayîketa ser erdê tê nas kirin piştên girêdaye. Piştêna Vînos (Cestus) piştêneke ku bûk dirêse û piştî mahrbirînê zava wê vedike û doxîna cilên zilaman jî bi heman wateyê ye û çênabe ji xeynî jin û mêran (hevserên hev) doxîn û piştêna xwe bo kesekî/e din vekin û heta dawiya jiyanê bi venekirina ji bo kesên din wefa û hezkirina hevdu ispat bikin.

Di dîrokê de piştên sembola pakî û wefaya hevseran li hember hev e û piştêna Miryemê bi wateya pakîze bûna hezretî Miryemê bû. Di Kurdewariyê de lazime zava bi hesp biçe pêşiya bûkê û beriya ku bûkê siwarî hesp bikin, berê zarokekî kur siwarî hesp dikirin û bi baweriya hinek kesan sedema wî karî ev bûye ku zarokê yekem ê bûk û zava kur be.

Bûk û zava siwarê du hespan dibûn û xizm û kes û karên bûk û zava tevî xelkê gund bi wan re dimeşiyan û di rê de govend digirtin û piştî demekê bûk û zava jî ji hespan peya dibûn û bi wan re sema dikirin.

Dema zava ji hesp peya dibû kesek bi sêniyên tije hinar, sêv û şekirokan pêşkêşî wî dikir. Zava hinarekê hildigire da pêşkêşî bûkê bike, hinar û rengê sor ji bo Kurdan rengekî pîroze û niha jî di nav bawermendên ola Yarsanî de wek fêkiyeke beheştî tê hesibandin. Piştre sêv, hinar û şekrokên di nav sêniyê de şabaşî ciwanê di şahiyê de hazir dihat kirin û herkesê/a ku hinar ber bikeve, zûtir dibe bûk yan zava.

Basnews
Top