Zêdetirî 14 milyon kes li Stenbolê dijîn
Li gor daxuyaniya Saziya Statîka Tirkiyê (TUIK), bajarê herî ku xelk lê dijîn li Tirkiyê Stenbol e û hejmara nişteciyên wê zêdetirî 14 milyonî ye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku rêjeya nişteciyên bajarê Stenbolê ji hejmara xelkên Tirkiyê ku 76 milyon kesin, ji 18,5%, lê rêjeya xelkê Stenbolê ji kesên ku lê dijîn 5,5%.
Herwha li gor amarên ku ji rêveberiya nifûsa Stenbolê hatiye standin, hejmara xelkên ku bi eslê xwe ji bajêrê Stenbolê ne bi tenê 2 milyon û 200 hezar kes e û piraniya xelkên din ji bajarên din ên Tirkiyê ne.
Di daxuyaniya TUIKê herwiha hatiye gotin ku xelkê herî pir ku ji bajarên din ên Tirkiyê li Stenbolê bi cî bûne, xelkê bajarê Sîwazê ne.
Rudaw