• Saturday, 27 July 2024
logo

Li Afganîstanê afyon ji fêkî û şînahî zêdetir e

Gulan Media February 15, 2014 Corane
Li Afganîstanê afyon ji fêkî û şînahî zêdetir e
Li Afganîstanê ku dewleteke Îslamî ye piraniya zeviyên kiştûkalî ji çandina afyonê re tên veqetandin û niha rewş gehiştiye astekî ku afyon ji şînahî û fêkî zêdetir e.

Berpirsê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarê Madeyên Hoşber û Gendeliyê Yury Fedotov behsa rûberê zeviyên kiştûkalî yên haş haşê (afyon) li Afganîstanê kir ku gelekî zêde bûye û rekor şikandiye.

Li gor ajansên nûçeyan, hewl û hevkariyên civaka navdewletî nikarin rewşa aborî ya Afganîstanê çareser bikin ku bi awayekî giştî pişta xwe bi madeyên hoşber girêdide, ligel wêya ku ji sedî 75’ê civaka Afganî bi kiştûkaliyê ve mijûl in lê pişta xwe bi pîşesazî, kiştûkalî û xwedîkirina ajelan ve girênadin.

Yury Fedotov got: ‘’Eger welatek xwezayîbûna dewletekê ji dest bide, gelekî normal ku hemû kesek berê xwe bidin kiştûkaliya madeyên hoşber ji bo bihêzkirina pêgeha xwe di siyaseta Afganîstana niha de.’‘

Fedotov wiha dibêje: ‘’Pêşbîniyên me rast derketin, cara yekem e di dîrokê de ku 209 hezar hektar afyon bê çandin, li gor ofîsa navdewletî ya berhemanîna wê madeyê, li Afganîstanê berhemanîna afyonê zêde bûye, evna jî metirsiyeke bo ser welatên din.’‘

Basnews
Top