• Saturday, 27 July 2024
logo

84 sal berî niha İncîl bo Hewramî hatiye wergerandin

Gulan Media February 13, 2014 Corane
84 sal berî niha İncîl bo Hewramî hatiye wergerandin
İncîla Mizganî, pirtûka pîroz a Xiristiyanan ku 84 sal berî niha bo zimanê Kurdî hatiye wergerandin û piştre ji aliyê nivîskar û lêkolerê Kurd Namîq Hewramî ve hatiye dîtin, di warê dîrokî de xwedî girîngiyeke taybet e, di vê hevpeyvîna bi Basê re Hewramî qala girîngiya pirtûkê dike.

Bas: Pirtûk di çi salekî de hatiye nivîsandin û çi mebesta wergêrê hebû?

Namîq Hewramî: Pirtûk di sala 1930’an de ku dike nêzîka 84 sal berî niha hatiye wergerandin, Dr. Seîd Xanê Kurdistanî di pêşekiya pirtûkê de behsa armanca xwe ya wergerandina pirtûkê kiriye, xuya ye ku di wan salan de pêleke Tebşîriyan berê xwe dane Kurdistanê û hejmareke zêde ya xelkê ola xwe guhertine û bûne Xirîstiyan. Dr. Kurdistanî jî yek ji wan kesan bûye, Kurdistanî dibêje: ’Min ew pirtûk ji bo xelkê bajarê ku Hewramî zimanê axaftina wan a rojane ye, wergerandiye ser wê zaraveyê da ku bi zimanê xwe li pirtûkê têbigehin. Piştî ku Dr. Seîd Xan dibe Xirîstiyan fetwaya kuştina wî ji aliyê malbatên oldar yên Sineyê ve tê derxistin û bi neçarî diçe bajarê Hemedanê û 12 salan li wê derê dimîne.

Salekî yek ji sadatên Hewremanê nexweşiya çav digre û ji ber ku Dr. Kurdistanî pisporê nexweşiya çavan bûye ji wî tê xwestin ku nexweşiya wî zilamî tedawî bike. Navbirî bi mercekî razî dibe ku ji nav bajarê Sineyê derbas bibe û bê parastin, piştî bidawî bûna karê xwe vedigere bajarê Hemedanê û dest bi nivîsîna pêşekiya pirtukê dike û dinivîse min ew pirtûk bi zimanê xelkê Sineyê wergerandiye da xelk jê fêm bike, lê dema serdana bajarê Sinê dike dibîne ku ji xeynî kesên pîr kes bi wî zimanî nizane. Xuyaye ku Dr. Kurdistanî ji wergerandina pirtûkê du armanc hebûne: Yekem: Nîşandana hêza zimanê Kurdî û zaravayê Hewramî ku hewqas dewlemende mirov dikare pirtûkên pîroz jî wergerîne ser. Duyem: Xelk zêdetir berê xwe bide wê olê û di nava wan de belav bibe ku armanca mujdeberên ola Xirîstiyanî bû.

Bas: Çi girîngiyeke wê pirtûkê bo Kurdan hebû?

Namîq Hewramî: Di mijara olî de ez nikarim şiroveyan bikim, lê di warê dîrokî de ewe ku pirtûkeke din a girîng li pirtûkxaneya Kurdî zêde bû û ji wê girîngtir derxistin û nîşandana hêza zimanê Kurdî ye ku mirov dikare hemû tekstan wergerîne ser wî zimanî. Ji wan girîngtir, çawa ku wergera pirtûkên pîroz bi zimanên Erebî, Farisî, Tirkî û hemû zimanên zindî yên cîhanê heye, êdî bi Kurdî jî heye û diçe nav rêza wan zimanan ku wergera İncîlê kirine, navê Kurdan jî lê zêde dibe.

Bas: Te kengî ew kitêb peyda kir?

Namîq Hewramî: Wek lêkolîn û gera berdewam a destnivîsên Kurdî, ku bextewerane dikarim bêjim zêdetirîn hejmara destnivîsên Kurdî li ba min hene, li cem hevalekî min behsa girîngiya wê pirtûkê kir bi taybet ku pêşekiya wê gelek girînge, bi qasî ku ez agahdar bûm di mûzexaneya bajarê Tehranê de nusxeyeke pirtûkê heye, ew heval jî çûbû û pirtûk skan kiribû ku nêzîkê 2 salane pirtûk li ber deste.

Bas: Bi giştî naveroka İncîla Mizganî çiye?

Namîq Hewramî: Ew pirtûk beşek ji (Pirtûka Pîroz)e , Mizganî çar beşe ji (Meta heta Yûhena), pirtûk bi awayê helbestê hatiye wergerandin û tevî ferhengoka dawiya pirtûkê nêzîka 600 rûpelane.

Bas: Tu naxwazî pirtûkê ji nû ve çap bikî?

Namîq Hewramî: Heta niha ez li ser nefikirîme, lê her dera ku amade be pirtûkê ji nû ve çap bike, ez amade me pirtûkê bidim wan.

Basnews
Top