• Saturday, 27 July 2024
logo

Li Îranê jî şûnwarên Kurdistanê dikevin bin avê

Gulan Media February 12, 2014 Corane
Li Îranê jî şûnwarên Kurdistanê dikevin bin avê
Li Rojhilatê Kurdistanê çendîn şûnwarên dîrokî yên Kurdistanê ku tarîxa wan vedigere serdema kevir û hesin di bin avê de dimînin. Bi çêkirina bendava Talwar li Bîcara ser bi parêzgeha Sine 18 şûnwarên dîrokî yên bajêr nuqmî bin avê dibin.

Îdareya Avê ya bajarê Zencan a nêzîkê parêzgeha Sine û çend şirketên wî bajarî dê wê bendavê tejî av bikin. Çêkirina wê bendavê temam bûye û biryar e di dahatûyeke nêzîk de avê berdin nav bendavê.

Îdareya Şûnwarên Parêzgeha Sine jî ragehand ku dema bendava Talwar tejî av bibe dê 18 şûnwarên Kurdistanê bi tevahî din bin avê de bimînin û jinav biçin. Ji ber ku heta niha tu lêkolîneke baş li ser wan şûnwaran nehatiye kirin, loma ew bendav beşek ji dîroka Kurdistanê ji nav dibe.

Îdareya Şûnwarên Sine da zanîn ku Îdareya Avê ya Zencan soz daye wan ku heta demekê piravkirina bendavê ragirin heta lêkolînên arkeolîk ên li ser wan şûnwaran bidawî dibin. Li parêzgeha Loristan jî hejmareke zêde ya şûnwarên dîrokî bi temambûna bendava Seymere di jêr avê de dimînin. Herwiha li Hesenkeyf a Bakurê Kurdistanê jî gelek şûnwarên dîrokî yên Kurdistanê di bin avê de dimînin.

Basnews
Top