Kurdistan dê bizinên Bangledeşê bi xwedî bike
Wezîrê Kiştûkalî û Çavkaniyên Avê yê Kurdistanê Sîrwan Baban duh (10.02.2014) ji b o rêkeftina li ser hinek projeyan pêşwaziya Balyozê Bangledeşê li Îraqê, Lîwa Nûr Rehman Xan kir.
Proje ji kargehên çandina kivarkan pêk tê ku piştî berhemanînê raste rast dikeve bazaran, projeya duyem jî xwedîkirina biznane ku di salekê de hejmara wan zêde dibe.
Biryare projeyên wiha radestî jinên ku rewşa aboriya wan nebaşe û jinebiyan bê kirin û bi rêya projeya deynê biçûk were birêvebirin. Hikûmet nîvê pereyên projeyê dide û ew jî dikarin bi berhemanîn û firotina berheman pereyê din bi dest bixin.
Sîrwan Baban herwiha daxwaz kir ku dosyayeke taybet ji bo wan projeyan bê amade kirin û ragehand ku nexşeya kiştûkalî li wezareta wan amade ye û di qonaxa dawî de ye. Li aliyê din balyozê Bangledeşê pêşniyar kir, li Kurdistanê jî çêlek bêne xwedî kirin ku niha li Bexdayê ew proje heye.
Basnews