• Saturday, 27 July 2024
logo

Rojhilatê Kurdistanê bû qurbana berf û sermayê

Gulan Media February 8, 2014 Corane
Rojhilatê Kurdistanê bû qurbana berf û sermayê
Ji ber barîna berfa zêde li Rojhilatê Kurdistanê û bakurê Îranê bi sedan gund û bajarok di jêr berfê de man û ji ber bûyerên peywendîdar 589 kes birîndar bûn û 8 kesan jî canê xwe ji dest da. Hêzên bihevarveçûnê yên parêzgehên din jî ketine alarmê û bi hewara lêqewmiyan ve çûne.

Di vê derbarê de Cîgirê Berpirsê Rêxistina Tendirûstî û Zanistiya Pizîşkî ya Parêzgeha Gêlan Dr. Rehber derbarê çareserkirina lêqewmiyên berfê de li wan navçeyan got: ‘’Ji ber bûyerên girêdayî bi barîna berfê ve 589 kes birîndar bûne û 6 kesan jî canê xwe ji dest daye.’‘

Li Rojhilatê Kurdistanê jî 4 kasibkaran canê xwe ji dest da û gelek kes ji ber sermayê nexweş ketine û birîndar bûne. Ji ber berfê gaz û elektrîka gelek gundên Rojhilatê Kurdistanê jî qut bûye, herwiha zêdetir jî zerar gehiştiye bajarên wek Seqiz û Kirmanşan.

Qutbûna elektrîkê û nebûna sotemeniyê pirsgirêkeke serekî ya hevwelatiyan e û bi dehan gund li Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Îranê ji ber berfa zêde rêyên wan hatine girtin û heta niha jî nayê zanîn ka zerara rast a ku gihaye Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nayê zanîn.

Basnews
Top