• Saturday, 27 July 2024
logo

Sochi 2014

Gulan Media February 8, 2014 Corane
Sochi 2014
Olympiada Sochi 2014 duh li bajarê Sochi yê Rûsyayê destpêkir. Çerkesên li dinyayê jî bi vê boneyê xwepêşandan li dar xistin.

Merasîma vekirina Olympiada Sochi 2014 li stadyoma Fisht birêve çû. Di stadyomê de ku şûna zêdetirî 40 hezar kes tê de heye, nêzîkî 60 Serok, Serokwezîr û kesatiyên siyasî yên dinyayê amade bûn.

Di Olympiada Sochi 2014 de zêdetirî 5500 werzişvan û endamên şandên werzişî yên welatan beşdar in.

Çira Olympiadê berî ku bigihe bajarê Sochi, zêdetirî 65 hezar km derbas kirin û di nava 123 rojan de ji aliyê 14 hezar kes ve hate rakirin.

Li aliyê din û wek nerazîbûnekê li ser lidarxistina olympiada 2014 li bajarê Sochi, bi sedan Çerkes li seranserê dinyayê xwepêşandan kirin.

Li gor nûçeya Skynews a erebî, duh bi sedan Çerkesên urdunî li ber avahiya Balyozxaneya Rûsya li paytexta Urdun Emanê xwepêşandanek li dar xistin.

Beşdarên xwepêşandanê gotin ku xwepêşandana wan ne li dijî her werzişê ye, lê belê ew dixwazin bala cîhanê ber bi wê komkujiyê ve bikişînin ku hêzên Rûsya li bajarê Sochi yê Çerkesan di sedsala 19emîn de li dijî Çerkesan pêk anîbû.

Çerkes herwiha li gelek bajarên din ên dinyayê wek Stenbol, Mosko, London û New Yorkê jî xwepêşandan kirin.

Rudaw
Top