• Saturday, 27 July 2024
logo

Çendîn teyrik û ajelên kovî ji nêza telef bûne

Gulan Media February 6, 2014 Corane
Çendîn teyrik û ajelên kovî ji nêza telef bûne
Ji ber barîna berfê çendîn teyrik û ajelên kovî ji nêza telef bûne, Serokê Tora Rêxistinên Jîngehê ya Germiyan jî ragehand ku li cend cihan xwarin û zad ji ajelên kovî yên sînorê Derbendîxan re danîne.

Di vê derbarê de Serokê Tora Rêxistinên Jîngehê ya Germiyan Serwer Qeredaxî agahî dan BasNewsê û got: ‘’Piştî ku berfeke zêde li Herêma Kurdistanê û navçeya me bariya, bi hevkariya polîsên daristanê yên Derbendîxan û bi armanca parastina teyrik û ajelên kovî, me karî xwarin û zad li ser çiyan û wan cihan belav bikin ku berfê ew girtine û ajelên kovî nikarin li wan cihan tiştekî bo xwarinê peyda bikin.’‘

Serwer Qeredaxî wiha axifî: ‘’Niha li navçeyê me xwarin û zad bi daran ve daleqandiye daku teyrik û ajelên kovî bikaribin sûdê jê werbigirin û nemirin, aramanca me ya serekî jî xwedîderketina li wan ajelan e.’‘ Qeredaxî da zanîn ku ji hevwelatiyên navçeyê jî xwestine li gor şiyana xwe xwarin û zad ji wan ajelan re deynin daku ji nêza telef nebin û ciwaniya xwezayê bê parastin.

Qeredaxî diyar kir ku dema serdana çiya û wan deverên berf lê bariya ye kirine hejmarek teyrik û ajelên kovî dîtine ku ji nêza telef bûne û ew dê li ser hewldanên xwe berdewam bin bo danîna xwarin û zad ji wan ajel û teyrikan re.

Basnews
Top