• Saturday, 27 July 2024
logo

Li Tirkiyê internet dê bê kontrolkirin

Gulan Media February 6, 2014 Corane
Li Tirkiyê internet dê bê kontrolkirin
Li Tirkiyê êdî bi bê biryara dadgehê wê malperên ineternetê bêne girtin.

Parlamentoya Tirkiyê li ser daxwazanameya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) biryar da ku kesê sire wî bê aşkerekirin, dikare bê ku rasterast biçe dadgehê serî li Serokatiya Saziya Gihandinê bide û ewê biryar bidin.

Hat ragihandin ku ew biryar ji pênc xalan pêk tê û di nav komîteyên peywendîdar di Parlamentoya Tirkiyê de nîqaşê wê bi dawî hat û piştî dengdanê wê ji Serokomar re bê şandin ji bo ku pesend bike.

Herwiha êdî li gor vê qanonê, kesê ku bibîne sire wî hatiye aşkerekirin, dikare serî li Serokatiya Saziya Gihandinê bide û ew jî di nav 4 saetan de dê biryar bide û rêke Dadgeha Sulhê da ku ew jî di nav 24 saetan de biryara xwe bide.

Opozîsyona Tirkiyê dibêje ku bi vê biryarê saziyên ineternet û ragihandina Tirkiyê dikeve heman radaya rewşa ragihandinê li Çîn, Siûdiyê û Îranê ve û azadiya nêrînî sînordar dibe.

Rudaw
Top