Duhok: Mûzexaneya niştimanî hate vekirin
Birêvebirê şûnwarê Duhokê Dr. Hesen Ehmed ji kanalên ragihandinê re got: Sîstema mûzexaneyê sîstemekî Emerîkî ye di biwarê databes û xezneyên wê û ronahî û sîstemekî gelekî pêşkeftiye.
Hesen Ehmed got: Eve yekemîn care li rojhilata naverast ev sîsteme tê bikaranîn û ragihand ku ew şanazî dikin ku îro li parêzgeha Duhokê birêveberiya şûnwar kariye bi vê qalîteya bilind vê projeyê encam bide.
Birêvebirê şûnwarê Duhokê ew jî diyar kir ku li nava mûzexaneya niştimanî ya Duhokê zêdetir li hezar parçeyên şûnwar hatine nimayîşkirin ku hemû jî şaristaniyeta Kurdistanê nîşan didin.
Xendan