• Friday, 01 November 2024
logo

Dermanê kuxika demdirêj qehweya bi hingivîn e

Gulan Media November 9, 2013 Corane
Dermanê kuxika demdirêj qehweya bi hingivîn e
Zanyarên îranî derxistin holê ku dermanê herî baş yê kuxika zêdeyî sê hefteyan didome ava germ a bi qehwe û hingivîn e.

Li gor nivîseke hejmara nû ya kovara tenduristiyê Primary Care Respiratory ya ingilîzî ji bo kuxika demdirêjî ya zêdeyî sê hefteyan, ava germ a bi qehwe û hingivîn ji dermanên bi madeya kortîzon jî baştir e.

Di heman nivîsê de tê diyarkirin ku bijîşkên îranî 55 zilam û 97 jinên nexweş dabeşî sê koman kirin.

Kesên di koma yekemîn de ava germ a bi 70 gram qehwe û 500 gram hingivîn vexwarin.

Koma duyemîn jî 350 milîgram madeya prednizolon ya ku ji kortîzonê pêk tê û koma sêyemîn jî 600 gram mehcûna guaifenesin ya li dijî belxemê daqurtandin.

Ji nexweşan hat xwastin ku bi vî şêweyî hefteyekî rojane sê caran van “dermanan“ bixwin. Di encamê de skora kuxikê ya kesên qehweya bi hingivîn vexwarin ji 2.9 daket 0.2yê. Skora kesên kortîzon vexwaribûn ji 3yê daket 2.4ê û ya koma din a ku destpêkê de 2.8 bû daket 2.7ê.

Rudaw
Top