• Thursday, 18 July 2024
logo

Qelewbûna piştî devjêberdana cixareyê

Gulan Media September 10, 2013 Corane
Qelewbûna piştî devjêberdana cixareyê
Qelewbûn dibe derdê gellek kesên ku dev ji cixareyê berdidin. Di rewşên wisa de kesên kîloyan werdigirin didin zanîn ku ew ji berê zêdetir xwarinê naxwin lê belê digel vê yekê jî ew qelew dibin. Zanyarên nexweşxaneya Zurichê piştî lêkolîneke berfireh ev yek piştrast kirin û dan zanîn ku sedemên qelewbûna kesên dev ji cixarê berdidin ne xwarinxwarina zêde ye.

Di encama lêkolînê de diyar bû ku mîkrobên bi navên "Proteobacteria" û "Bacteroidates" dibin sedama hokara qelewbûnê. Bi taybetî piştî dev ji cixarê tê berdan, hejmara van mîkroban di nava roviyan de pirr dibe.

Hinek cûreyên mîkrobên di nava rovî de enerjî û xwarinê vediguhezin raçînkeyên dohn. Ev yek jî dibe sedem ku dohn xwe di nava zik û kemaxan de kom bike. Li gor pisporan, sedema qelewbûna gellek kesan mîkrobên bi vî şêwazî ne, lê hê jî nayê zanîn ka ev mîkrob çawa dikarin werin berterefkirin.

Rudaw
Top