• Thursday, 18 July 2024
logo

Kurdistan çaverêyî şaciwana nû ye

Gulan Media August 26, 2013 Corane
Kurdistan çaverêyî şaciwana nû ye
Biryar e duyem festîvala Hewlêrê ji bo hilbijartina şaciwana Kurdistanê di destpêka meha Îlonê de bê sazkirin û ev festîval jî mehekê berdewam be.

Rêveberê bazarkirinê li Desteya Giştî ya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê, Sîrwan Tofîq, ji Rûdawê re ragihand ku festîvala 01.09.2013 destpêdike û 01.10.2013ê bidawî dibe."

Sîrwan Tofîq derbarê hilbijartina şaciwana Kurdistanê de got: "Heta niha 53 keçan ji Zaxoyê heta Germiyan formên xwe dagirtine. Lê bi sedema meha remezanê gellekan ji xaniman nikarîbûn formên xwe dagirin. Lewma me dabeşkirina forman heta 05.09.2013ê dirêj kir.

Sîrwan Tofîq nîşan bi wê yekê da ku festîvala îsal ji ya par cudatir dibe û hejmarek beşên cuda li xwe digire, wek pêşengeha wêneyan, hilbijartina baştirîn wêneyê geştyarî û pêşengeha bazarkirinê. Herwiha beşekî taybet jî bo zarokan jî tê danîn. Festîval bi giştî ji 9 beşan pêktê. Par tenê 3 beş bûn.

Roja 27.09.2013ê wê şaciwana Kurdistanê ya îsal bi merasîmeke werê hilbijartin."

Rudaw
Top