• Saturday, 18 May 2024
logo

5 zarok bi yek zik anîn dinê

5 zarok bi yek zik anîn dinê
Ew dayîka ku bi bê bikaranîna tu dermanekî yarmetîder biryarbû bibe yekemîn jina welatê Çîkê, ku bi zikekî 5 zarok bi selametî hatin dinyayê.

Xanimeke Çîkî ya temen 23`ê salî li 2/6/2013`an, çar zarokên kur û 1 jî kîz anîn dinyayê û bi vê yekê rekor tomar kir.

Li gor çapemeniya wî welatî, Eleksendra Kînova, dayîka nû ya di ragihandina welatê Çîkê de bûye rojev niha di nexweşxaneyekî Biragê paytexta wî welatî deye û rewşa tendirustiya wê başe her weha rewşa her 5 zarokan jî libar e.

Dayîka nû yê bi nave Eleksendra Kînova ye nave zarokên xwe jî bi vî awayî lêkirine (Tîrîzka , maykil, Danyal, Martin û Elêks) in.

Kînova pêş jidayîkbûna zaokên wê, di çavpêkeftinekê li gel malpera Daylî mail a Birîtanî ragihand: Piştî jidayîkbûnê dixwaze şîrê xwazayî ya xwe bide her pênc zarokên xwe û naxwazê şîrê amadekirî bide zarokan.

Xendan
Top